Di sala 2022’yan de hêzên ewlehiya Îranê piştî nimêja xutbeyê gule berdabûn gelê ku qetilkirina Jîna Emînî û destdirêjiya polîsan a li ser zaroka 15 salî ya bi navê Maho Belûc protesto dikirin û di encama êrîşa hêzên ewlehiyê de zarok jî di nav de herî kêm 80 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.
POLÎTÎKAYÊN KOMKUJIYÊ
FBM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyera Îna Xwîndar ne bûyereke jirêzê ye, semboleke polîtîkayên qirkirina sîstematîk a li ser neteweya Belûc e. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Îranê ciwanên Belûc bi hinceta qaçaxçîtiya tiryakê darve dike, aktîvîstên siyasî û mafparêzan jî bi binceta ‘’ewlehiya neteweyî’’ binçav dike û wan bi darê zorê winda dike.
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ
FBM’ê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku tevî bangên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî kiryarên dewleta Îranê bê ceza dimînin. Hate îfadekirin ku çavkaniyên xwezayî yên Belûcîstanê tên talankirin, gel ji mafên sereke yên weke perwerde, tenduristî, karkirin û zimanê dayikê bêpar tê hiştin û li herêmê li gel bicihkirina kesên ji neteweyên cuda hewl tê dayîn ku demografiya herêmê were guhertin. Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî vê yekê weke ‘’şermezahî û hevkariya sûc’’ hate pênasekirin.
‘REJÎMA ÎRANÊ HÊZEKE DAGIRKER E’
FBM’ê piştre anî ziman ku dewleta Îranê li Belûcîstanê weke hêzeke dagirker tev digere û diyar kir ku çareserî wê ne bi reform û xweseriyê were bidestxistin wê bi serxwebûnê were bidestxistin. Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’Mafê gelê Belûc heye ku bi xwe xaka xwe, çavkaniyên xwe, çand û pêşeroja xwe kontrol bike.’’
‘AZADÎ MAF E, BERXWEDAN JÎ BERTEKEKE XWEZAYÎ YE’
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: ‘’Îna Xwîndar nîşanî me dide ku azadî bes ne dirûşmeyek e, hewcehiyeke hebûnê ye. Heya ku neteweyek li ser nasname, xak û zimanê xwe bi temamî kontrolê negire destê xwe, talûkeya windabûnê ya li ser wê dê berdewam be. Xwîna ku li kolanên Zahidanê rijiyaye bes ne protestoyek e, îlana wê yekê ye ku neteweya Belûc wê heya dawiyê li dijî zextê li ber xwe bide. Azadî ne sûc e, mafek e. Berxwedana li dijî zilmê ne terorîzm e, bertekeke xwezayî ye.’’